Kanala ROJAVA TV

OPERASYONA “MIROVÎ Û EWLEHIYÊ” DI ROJA 6`AN DE DIDOME

Qonaxa sêyemîn a Operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” ku ji aliyê hêzên Ewlekariyê ve hatiye destpêkirin, di roja 6`an de didome.

Di roja 6’an a operasyonê de Hêzên Ewlekariyê û leşkerî dest bi xebatên lêgerînê di beşa 5’an a kampa Holê de ku penaberên Sûrî tê de hene, kirin.

Li gorî nûçeghanê me, beriya destpêkirina lêgerînê, Hêzên Ewlekariyê tedbîrên pêwîst wergirtin.

28`ê Kanûna 2023`yan serçeteyekî DAIŞ`ê yê bi navê Ebû Ubeyda El Iraqî di beşa 5’an de hatibû kuştin.

Destê Ebû Ubeyda di kuştina gelek jin û mêrên di kampê de hebû.