Kanala ROJAVA TV

LI EFRÎNÊ BERXWEDANEKE BÊHEMPA HAT MEŞANDIN

Hevserok û Endamên desteya karûbarên civakî ya kantona Efrîn û Şehba têkldarî salvegera 6’an a destpêkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî Efrînê ji Rojava TV re gotin ku ew wê roja reş ji bîr nakin û dê berxwedana xwe ji bo vegra li efrînê bidomînin.
Her wiha desnîşan kirin ku li hember êrîşên Tirkiyê berxwedaneke bê hempa het meşandin.

20ê Çileya 2018`an Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê dest bi êrişên dagirkirinê li dijî Efrînê kirin.

Xelkên resen yên Efrînê di berxwedana serdemê de li hemberî dagirkeriya Tirk 58 rojan berxwedaneke bêhempa dan meşandin.

Hevseroka desteya Karûbarê civakî a kantona Efrîn û Şehba Nemet Elîko roja 20 çileya 2018’an weke rojeke reş pênase kir.

Endama koordînasyona desteya karûbarê civakî Zozan Nesan jî destnîşan kir ku gelê azadîxwaz li hember êrîşên giran ên li ser Efrînê berxwdaneke pêhemba dan meşandin.

Ji dema dagirkirina Efrînê ve û heta roja me ya îroj Tirkiyê û çeteyên xwe sûcên hovane li dijî xelk û xwezaya Efrînê pêk tîne, di encama sûcên dagirkeriyê de bi hezaran Efrînî koçber bûn û li şûna wan çete hatin bicihkirin.