Kanala ROJAVA TV

LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ JIN SERKÊŞIYA CIVAKÊ DIKE

Rêveberên Kantona Reqayê ji Rojava Tv re gotin, jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina çand û hebûna xwe, bû xwedî roleke girîng.
Her wiha destnîşan kirin ku bi saya projeya netewa demokratîk wan hebûna xwe nas kir.

Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê, jinan hebûna xwe di hemû qadên jiyanê de misoger kir û bû xwedî rokeke girîn.

Jinan ji bo avakirina nifşên nû û civakek azad bû stûna bingehîn û têkoşîna xwe ya dîrokî meşand.

Têkldarî rola jinan, Rêveberên kantona Reqayê ji Rojava Tv re gotin, bi saya projeya netewa demokratîk wan hebûna xwe nas kir.

Jinan di dewama axaftinên xwe de diyar kirin ku, Jin ji bo parastina çand û hebûna xwe bû xwedî rol.

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jin ji bo parastina hebûn û nasnameya xwe bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bilind dike.