Kanala ROJAVA TV

LI DÊRAZORÊ NAVEDÊN KOMBÛNÊ TÊN AMEDEKIRIN

MIHEMED HISÊN- RÊVEBERÊ DESTEYA KAR Û BARÊN CIVAKÎ YA DÊRAZORÊ

Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Dêrazorê navedên kombûnê ji bo malbatên ku ji kampa Holê derkevin, amede kirin.
Desteyê ji malbatên ku wê ji kampa Holê derkevin re, 100 kon li navenda kombûnê danîne û xezanên avê jî bicih kirine.
li gorî hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî Mihemed Hisên dê malbatên ji kampê li gor encamnameya kongra xurtkirina ewlehiyê, derkevin li vê navendê bicih bibin da ku di bin çavdêriyê de bin û ger kefîl hebe dê malbat ji navendê derkeve