RIZGARKIRINA KOBANÊ XALA DESTPÊKÊ YA TÊKBIRINA PLANA DAIŞ’Ê BÛ
DICLE EHMED – ROJNAMEVAN
Sibe 9’mîn salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞê ye, derbarê vê de rojnamevana Dicle Ehmed ku kêlî bi kêlî şer dişopand, hûrgiliyên şer û berxwedana şervanan parve dike.
Bi hatina 26’ê çileyê re 9 sal di ser rizgarkirina bajarê Kobanê re derbas dibin, Ew bajarê ku 134 rojan li hemberî êrişên hovane yên çeteyên DAIŞê li ber xwe daye
Rojnamevan Dicle Ehmed a ku rojane bûyerên Kobanê dişopand, rizgarkirina bajêr pîroz kir û behsa kêliyên dijwar ên ku bajêr heta roja serkeftinê dîtiye, kir.
Dicle destnîşan kir ku Kobanê mînaka hevgirtina komî ya di navbera gel û şervanên wê de bû, ji ber ku wan sond xwaribû ku ewê bajarê xwe biparêzin û nehêlin ku senaryoya Şengalê dubare bibe.
Tişta ku kes nikare di berxwedana Kobanê de ji bîr bike, beşdarbûna çalak a jinan ku bi çalakiyên fedayî rê li ber çeteyan girtin û Dicle Ehmed jî ev tişt anî ziman
Berxwedana Kobanê ji her kesî re tekez kir ku DAIŞ ne tenê ji bo Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo tevahî cîhanê metirsî ye, ji ber vê yekê civaka navdewletî piştgirî da vê berxwedanê, her weha ev berxwedan ji hemû pêkhateyan re bû çirûska têkoşîna li dijî terorê.