LI QAMIŞLO ROJA ZIMANÊ KURDÎ BI COŞ HATE PÎROZKIRIN
Bi boneya Roja Zimanê Kurdî li bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bajarê Helebê şahî hatin lidarxistin.
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo bi coşeke mezin roja zimanê Kurdî li parka Azadî pîroz kirin.
Şahî bi sponseriya Desteya Perwerdeyê û Saziya Zimanê Kurdî hat lidarxistin.
Di şahiyê de li ser navên Rêveberiya Xweser û SZK’ê axaftin hatin kirin û 15’ê Gulanê li kurdîaxêv û kurdîhezan hate pîrozkirin.
Li Kobanê jî bi dûşma “Zimanê gel nasname û rûmeta wî ye” li Qada Şehîd Egîd bi beşdariya bi sedan şênî şahî hat lidarxistin.
di şahiyê de hin axaftin hatin kirin û hate destnîşan kirin ku Bi saya têkoşîna bi dehan rewşenbîr ev roj tê pîrozkirin .
Piştre xwendekarên serkeftî yên zimanê Kurdî hatin xelatkirin.
Di dawiyê de jî dîlan hatin gerandin .
Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Roja Zimanê Kurdî pîroz kirin .
her wiha Şêniyan soza bilindkirina asta têkoşînê ji bo parastina ziman da.
her di şahiyê de komên dîlan û stranan berhemên xwe pêşêkêş kirin .
Li Rojavayê Kurdistanê piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê, êdî zimanê Kurdî Fermî bû û zarokên Kurdan bi zimanê xwe yê dayîkê dixwînin .