Kanala ROJAVA TV

KONGREYA MECLISA JINAN A PYD’Ê BI ENCAMNAMEYEKÊ DAWÎ BÛ

Kongreya 1’emîn a Meclisa Jinan a PYD’ê ya Helebê bi encamnameyekê bi dawî bû.

Kongre duh Di beşdariya 300 endamên Meclisa Jinan, nûnerên Meclisa Giştî, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, rêxistinên jinan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat lidarxistin.

Di kongreyê de rêvebera Meclisa Jinan a PYD’ê û Berdevka Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê lidarxistina kongreyê li hemû jinên demokrasîxwaz û azadîxwaz pîroz kirin û gotin: “Têkoşîna jinan li dijî êrişên înkarkirinê û êrişên faşîzma Tirk didome.

Piştre nîqaş hatin kirin û pêşnîyar jî hatin vegotin.

Kongre bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de tekezî li ser mezinkirina asta têkoşînê hate kirin.