Kanala ROJAVA TV

KOÇBERÊN EFRÎNÎ YÊN LI ŞEHBAYÊ LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN BERXWEDANÊ MEZIN DIKIN

Koçberên Efrînî yên ku li navçeya Til Rifet ya kantona Şehbayê dimînin, ji Rojava TV re gotin, çi dibe bila bibe ew ê dev ji xeta berxwedanê bernedin.
Di 18’ê adara 2018 an de bi hezaran Efrînî bi darê zorê koçberî Kantona Şehbayê bûn.
Hejmareke mezin ji koçberên Efrînî li navçeya Til Rifetê ya ku rojane rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tê, bi cih bûn.
Koçberên Efrînî yên ku li navçeya Til Rifetê dimînin ji Rojava TV re destnîşan kirin ku , dagirkeriya Tirk bi êrîşên xwe û li ber çavên tevahî cîhanê, siyaseta qirkirinê li dijî gel di meşîne.
Her wiha Koçberan gotin, çi dibe bila bibe ew ê dev ji xeta berxwedanê bernedin.
2’yê Kanûna 2019’an dewleta Tirk a dagirker komkujiyek li navçeya Til Rifetê pêk anî.
Di encama komkujiyê de 9 koçber ku piraniya wan zarok bûn, şehîd bûn û 10 koçber jî birîndar bûn.