Kanala ROJAVA TV

DEWLETA TIRK LI EFRÎNÊ SÛCÊN DERMIROVÎ LI DIJÎ XELKÊN RESEN DIDOMÎNE

Endamên Koordînasyona Kongra Star ên Navçeya Ehdas ya Kantona Efrîn Şehbayê, derbarê sûc û kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de yên li Efrîna dagirkirî , gotin dewleta Tirk li Efrînê sûcên şer pêk tîne û pîvanên navnetewî binpê dike.

Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, sûcên dermirovî yên wekî tecawizkirin, revandin, qetilkirina, talankirin û tunekirinê li dijî xelkên wê yên resen dewam dikin.

Têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî, Endamên Koordînasyona Kongira Star ên Navçeya Ehdas ya Kantona Efrîn Şehbayê gotin, çeteyên dewleta Tirk li Efrînê sûcên şer pêk tînin.

Her wiha Endaman diyar kirin ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî zagon û yasayan binpê dike.

Li gorî Hiqûqnasan ji destpêka sala 2024 an ve li Efrîna dagirkirî 7 jinên kurd ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatin gitin û li beramberî berdana wan bi hezarên dolarê Amerîkî fidye hatiye xwastin.