Kanala ROJAVA TV

PÊŞENGEHEKE WÊNEYAN LI KAMPA SERÊKANIYÊ HATE VEKIRIN

Navenda çand û huner a kampa Serêkaniyê ku dikeve kantona Hesekê pêşengeheke wêneyan vekir.

Pêşengeh bi serenavê ” Vegera Li Serêkaniyê ” hat vekirin û bi sedan koçberên kampê serdana pêşengehê kirin.

Di pêşengehê de 35 wêneyên ku êşa gel têde hatiye xêzkirin , karên destan û pelikên helbestan hatin pêşkêş kirin.

Wêneye ji aliyê 7 jinên Şêwekar ve ku di kamê de dijîn hatin xêzkirin.

Kesên ku beşdarî pêşengehê bûn diyar kirin ku armanca wan ji vê pêşengehê vegera li cih û warê xwe ye.

Her wiha nameyek ji dewletên navnetewî re ku bi erkê xwe yê mirovî rabe.