Kanala ROJAVA TV

MECLISA JIN DI KONGRA ISLAMA DEMOKRATÎK DE LI REQAYÊ CIVÎNEK LI DAR XIST

Meclisa Jin di Kongra Islama Demokratîk de li bakur û rojhilatê Sûriyê îro li kantona Reqayê civînek ji bo rêxistinkirina jinan li dar xist.

Bi dehan endamên meclisê, endamên saziyên sivîl, partî, tevger û rêxistinên jinan li hola civînan a Kombûna Jinan a Zenûbya beşdarî civînê bûn.

Di civînê de, sîstema hundirîn hate xwendin.

Piştre mijarên wek pêşxistina jinan û rêxistinkirina wê di nava civak û saziyan de hat nîqaş kirin.

Civîn bi girtina nerînan û vekirina deriyê nîqaşê, bi dawî bû.