Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERÊN REQA RÊ LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN BERTEK NÎŞAN DAN

Rêveberên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li Civak Navnetewî kirin ku li hemberî êrîan bê deng nemînin.
Her wiha destnîşan kirin ku armanca dagirkeriyê koçberkirina gelê herêmê ye.

Dewleta Tirk a dagirker ji 12’ê mehê ve bi dijwarî û bi awayekî hovane êrîşên xwe li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye.

Dagirkerî rasterast binesaziya herêmê, navendên xizmetguzariyê û bendên kontirolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dike hedef.

Rêveberên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantina Reqayê desnîşan kirin ku armanca dagirkeriya Tirk koçberkirina gelê herêmê ye.

Her wiha Rêveberan bang li Civak Navnetewî û Rêxistinên Mirovî kirin ku li hemberî êrîan bê deng nemînin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Xweser, dewleta Tirk a dagirker di van rojên dawî de zêdeyî 73 êrîş li dijî herêmê pêk aniye ku di encama wê de gelek zirar gihaştine gund û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.