RÊVEBERIYA XWESER ZIMANÊ KURDÎ JI TUNEBÛNÊ DIPARÊZE
Endama komîteya Rêveberiya dibistanan a Amûdî Cîhan Hebîb, têkildarî roja 15’ê gulanê roja zimanê kurdî nirxandin kir û got, dijmin dixwest bi riya ziman hebûna Kurdan tune bike.
Her wiha destnîşan kir ku, projeya Rêvaberiya Xweser zimanê kurdî ji tunekirinê parast.
15’ê gulanê roja zimanê kurdî ye, ango salvegera weşandina Kovara Hawarê cji aliyê Mîr Celadet Elî Bedirxan ve ye ku di sala 1932’an de bi tîpên latînî li bajarê Şamê yekemîm hejmara wê hate weşandin.
Gelê kurd di vê rojê de bi coş û heyecaneke mezin roja zimanê kurdî hembêz dikin û daxwaz dikin ku, zimanê kurdî bibe zimanekî fermî û perwerdehiyê.
Di vê çarçoveyê de Endama komîteya rêveberiya dibistanan a Amûdê Cîhan Hebîb ji Rojava TV re nirxandin kir û got, îroj bi saya projeya rêveberiya xweser zimanê kurdî ji qirkirinê hat parastin.
Cîhan Hebîb di beşeke din a nirxandinên xwe de bi bîrxist ku, dijminên gelê Kurd bi rêbazên cuda xwestine çand û zimanê Kurdan qir bikin.
Li Rojavayê Kurdistanê bi saya şoreşa 19’ê Tîrmehê zimanê kurdî hat parastin, ku ev şoreş di heman demê de bi xwe re şoreşa ziman jî afirand, Derfetên di nava şoreşê de pêşketin şert û mercên pêşxistina perwerdeya bi zimanê kurdî jî ava kir.