6 SAL DI SER DESTPÊKIRINA ÊRÎŞÊN LI DIJÎ EFRÎNÊ RE DERBAS DIBIN
Koçberên Efrînî ên ku koçî kantona Şehbayê bûne, bi nêzhatina salvegera 6’an a destpêkirina êrîşên dagirkeriyê li dijî Efrînê de, behsa kêliyên destpêkê yên êrîş û hovîtiyê kirin.
Berêvara 20’ê Çileya sala 2018’an dewleta Tirk a dagirker bi 72 balafirên şer û komên çeteyên xwe yên tundrew êrîşî seranserî bajarê Efrînê kirin.
Dewleta Tirk wekî her carê zagonên Navnetewî bin pê kir û bi êrîşên xwe re bi dehan komkujî li dijî welatiyan pêk anî.
Koçberên Efrînî ji Rojava TV re behsa kêlîyên destpêkê yên şer û hovîtiya Tirkiyê kirin.
Koçberan di nava axaftinên xwe de diyar kirin ku ew ji bo vegera li warê xwe 6 sal in hemû zor û zehmetiyan derbas dikin.
Piştî berxwedana 58 rojan, bajarê Efrînê di 18’ê Adara 2018’an hat dagirkirin. Ji wê rojê ve û heta niha çeteyên dewleta Tirk a dagirker hemû cureyên binpêkirinan li dijî welatî, xwaze û axê dimeşînin.