CIWANÊ EFRÎNÎ Ferhad Xelîl BI RIYA WÊNEXÊZIYÊ HESTÊN XWE DERDIXE
Ferhad Xelîl ciwanekî ji Efrîna dagirkiriye, piştî dagirkirna bajarê wî neçarî koçberiyê bû û niha jî li şehbayê dijî.
Ferhad di nava kampên koçberiyê de wênexêziyê dike û dibêje ku mirov bi rêya wênexêziyê dikarê çand û êşa civaka xwe derxe.
CIWANÊ EFRÎNÎ Ferhad Xelîl BI RIYA WÊNEXÊZIYÊ HESTÊN XWE DERDIXE
dema ku mirov bixweze çand û êşa civaka xwe derxe pêş û bide nasîn, mirov bi gelek awayan dikare wan derxe pêş, hem bi wênexêzî, stranbêjî û helbestan jî.
Ferhad Xelîl ciwanekî ji Efrîna dagikiriye û bi temen 17 saliye û di wênexêziyê de bikêrhatiye, Piştî dagirkirina Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, neçarî koçberiyê bû.
Ferhad Xelîl niha li Şehbayê bi cih bûye û behsa derxistina êşên xelkê xwe di riya kêrhateya xwe ya wênexêziyê de dike.
Ferhad Xelîl çdibêje hêviya wî vegra li Efrînê ye û avêtina gavên mezintir di warê wênexêziyê de ye.
Di Adara 2018an de dewleta Tirk a dagirker Efrîn dagirkir,niha bi hezaran koçberên efrînî li şehbayê dina şert û mercên zehmet dijî.
lê ev yek ji bo ciwanên gelê Efrînê nabe asteng û bi rêya hunera xwe êşên gelê xwe didin pêş.