Kanala ROJAVA TV

12 SAL DI SER ŞEHADETA FERMANDARÊ YPG’Ê XEBAT DÊRIK DE DERBAS BÛN

Beriya 12 salan weke îro, Fermandar Xebat Dêrik li bajarê Qamişlo, di encama êrişeke bêbext a hevkarên dewleta Tirk de şehîd bû.
Şehîd Xebat Dêrik bû sembola berxwedan û têkoşînê, îro bi deh hezaran şervanên YPG û YPJ’ê li ser şopa Xebat Dêrik destanan dinivîsin.

Îro, 12 sal di ser şehadeta Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê Şehîd Xebat Dêrik de derbas dibin.

Beriya 12 salan weke îro, Fermandar Xebat Dêrik li bajarê Qamişlo, di encama êrişeke bêbext a hevkarên dewleta Tirk de şehîd bû.

Şehîd Xebat ne tenê hêzek li ser esasê xweparastinê afirand, di heman demê de ji bo pêşketina wê ya siyasî, çandî û aborî jî têkoşînek xurt da meşandin.

Derbarê de, Birayê Şehîd Xebat Dêrik, Hisên Mihemed behsa jiyan û têkoşîna Şehîd Xebat kir û soza şopandina xeta wî da.

Her wiha xwişka Şehîd Xebat Dêrik jî Leyla Mihemed got, Şehîd Xebat bû sembola xeta berxwedanê. Bi destpêkirina krîza Sûriyê û çûyîna rewşê ber bi qonaxeke nediyar ve, şehîd Xebat Dêrik ji bo bihêzkirina pirên baweriyê di nav pêkhateyên herêmê de, bi taybetî malbatên şehîdan, hewldan û kedeke pir mezin pêşkêş kir.

Bi deh hezaran şervanên YPG û YPJ’ê li ser şopa Xebat Dêrik karîbûn bi berxwedana li dijî hovîtiya DAIŞ’ê li her devera cîhanê deng vedin..