Kanala ROJAVA TV

JI ROJA DAGIRKIRINA EFRÎNÊ VE JIN RASTÎ SÛCÊN DERMIROVÎ TÊN

Endamên Kongra Star ên Efrînê ku li Kantona Şehbayê dimînin bertek nîşanî sûcên dewleta Tirk a dagirker a li dijî jinan dan.
Endaman gotin, dewleta tirk êrîşî vîna jinan dike û ew ê li hemberî van sûcan berxwedanê bilind bikin.

Ji roja ku bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin rojane jin rastî qetilkirin, revandin, destdirêjî, tecawîz û zewaca temen biçûk tê.

Herî dawî jî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li kantona Efrîna dagirkirî cezayê darvekirinê li 2 jinên kurd birîne.

Derbarê mijarê de Endamên Kongra Star ên Efrînê bertek nîşanî sûcên dewleta Tirk a li dijî jinan dan.

Her wiha Endaman gotin, li hemberî sûc û kiryarên dewleta Tirk ew ê berxwedanê bilind bikin û dengê xwe bighînin tevahî jinan.

Piştî bi rojekê ji biryara darvekirina 2 jinan li Efrînê, Çeteyên “Polîsên Sivîl” 2 xwişk li gundewarên Efrîna dagirkirî revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin .