Kanala ROJAVA TV

HEVPEYMANA CIVAKÎ MAFÊN TEVAHÎ PÊKHATÊN HERÊMÊ DIPARÊZE

Siyasetmedarên Kantona Reqayê têkildarî erêkirina Hevpeyamana Civakî ya nû nirxandin kirin û gotin Hevpeyamana nû ji bo tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gaveke erênî ye û mafê tevahî pêkhatyan diparêze

Meclîsa gelan a Demokratîk 12’ê Kanûna sala 2023’yan li kantona Reqayê Hevpeymana Civakî ya ku ji 134 madeyan pêk tê erê kir.

Di nava xalên Hevpeymanê de mefê tevahî pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hetiye parastin û pênasekirin.

Siyasetmedarên Kantona Reqayê Hevpeyamana Civakî nirxandin û gotin, Hevpeymana Civakî ji bo tevahî pêkhateyan gaveke erênî ye.Her wiha Siyasetmedaran dan zanîn ku di hevpeyamana civakî de welatiyên ku mafên xwe winda kiribûn dibînin.

Piştî erêkirina Hevpeymana Civakî, roja 7’ê çileya îsal Meclîsa gelan a Demokratîk di rûniştina xwe ya li Reqayê de ji bo cîbcîkirina madeyên Hevpeymanê 7 biryarên giring wergirtin.