JINÊN EFRÎN Û CIZÎRÎ HUNERA QENEWÎÇÊ JI NÛ VE ZINDÎ DIKIN
Ji bo parastina hunera Qenewîçê, komek ji jinên Efrîn û Cizîrê di 3’ê Kanûna sala derbasbûyî de dest bi vekirina projeya Qenewîçê kirin .
Çavdêrên Projeyê ji Rojava TV re diyar kirin ku armanca wan ji projeya Qnewîç parastina karê jinan e.
Hunerên destan ên kevnar hunereke jinan e ku wan ji dayîkên xwe weke mîras wergirtine.
Hunera qenewîçê jî çandeke ku heta niha di nava gelê Efrînê de û bi taybet ji aliyê jinan ve tê parastin .
Komek ji jinên ciwan ên Efrînî û Cizîrî di 3’ê Kanûna sala derbasbûyî projeyeke çêkirina Qenewîç vekirin.
Ev proje piştgiriya xwe ji Rêxistina Kar û hêviyê, Rêxistinên herêmî û Komeleya Efrîn a civakî, werdigre .
Çavdêra Projeyê, Şehîra Îbo diyar kir ku armanc ji Projeya Qnewîç parastina karê jinan e
Li aliyekî din Endama Projeyê, Kemîlya Mihemed El-Casim jî got: Ev proje tê wateya Parastina Çanda Kevnar û bi taybet ya Efrîniyan .
Li gorî çavdêrên projeya Qenewîç dê proje du mehan berdewam bike û piştre dê pêşangeheke taybet ji bo berhemên beşdaran were vekirin .