Kanala ROJAVA TV

KONGREYA 3 YAN A MECLISA REQA YA PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ HAT LIDARXISTIN

Meclisa Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê kongreya xwe ya 3ˊyan li hola Mişwar a bajêr li dar xist û tê de mecliseke nû ji 33 endam û serokekî hate hilbijartin.
bi diruşma “Partiya me pêşeroja me ye, rêveberiya me misogeriya me ye, hêzên me serkeftina me ne, Sûriya me dike yek” kongreya 3 yan ya Meclisa Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê hat li darxistin.
di kongreyê de gelek axaftin hatin kirin û rewşa siyasî û êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin nirxandin.
Di dawiya kongreyê de, Îshaq El Dendel ji bo serokê Melcisê û Fatme El Elî ji bo cîgira serokatiya meclisê, Xedîce El Ceref weke berdevka Nivîsgeha Jin a Melcisê, Muwefeq Îsmaîl weke berdevkê Melcisa Ciwanan a Meclisê û 29 endamên meclisê hatin hilbijartin.