Kanala ROJAVA TV

BI EREBEYA BASIL RE BÊHNA XWEŞ LI QAMIŞLO BELAV DIBE

Ciwanê bi navê Basil El Şêx li bajarê Qamişlo projeyeke cuda birêve dibe û li her kolanekê bêhneke cuda belav dike.

Li bajarê Qamişlo ciwanekî 30 salî bi gera ereboka wî re di her kolanekê de bêhnên xweş difûrin û bi wan bêhnan re girnijok li ser rûyê her kesî tên xêz kirin.

Basil El-Şêx, her roj ji bo ku debara jiyana xwe bike li ser erebeyeke gerok li bajêr digere û bêhna xweş difiroşe.

Basil ji zaroktiya xwe ve daxwaz dikir ku vî karî bike,lê ji ber buhabûna kiriya dikanan projeya wî dihat asteng kirin.

Basil xwest bi riya erbeyeke gerok karê xwe bike, tevî zehmetiyên pêre rûbirû dimîne lê dîsa jî bi karê xwe kêfxweş e.