Kanala ROJAVA TV

JINÊN MINBICÊ ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA YAKEMÎN A PARÎSÊ BI BÎR ANÎN

Jinên Minbicê şehîdên komkujiya yekemîn a Parîsê bi bîr anîn û diyar kirin ku dewleta Tirk jinên pêşeng ên doza azadiya Kurdistanê xeterî li ser desthilata xwe dibîne, lewma wan hedef digere.

Her wiha da zanîn ku ew ê her dem li ser şopa şehîdan bin.

Di 9’ê Çileya 2013’an de, 3 jinên pêşeng Sekîna Censiz, Fîdan Dogan û Layla Şaylemez ji aliyê MIT a dewleta Tirk a dagirker ve hatin şehîd xistin.

Jinên kantona Minbicê li hemberî şehîdxistina her 3 jinên pêşeng û ne darizandina sûcdaran, ji Rojava Tv re nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Berdevka Meclisa Jin a partiya Sûriya Pêşerojê Ibtîsam Ebdulqadir diyar kir ku dewleta Tirk jinên pêşeng ên doza azadiya Kurdistanê xeterî li ser desthilata xwe dibîne, lewma wan hedef digere.

Her wiha endama kombûna jinan ya Zenûbya şaxê Minbicê Asya Hisên anî ziman ku ew ê her dem li ser şopa şehîdan bin.

Tevî ku 11 sal di ser komkujiya yekemîn a Parîsê re derbas dibin, lê ta niha Hikûmeta Fransayê hûrgiliyên bûyerê aşkere nekiriye û kesên sûcdar dadgeh nekiriye.