Kanala ROJAVA TV

LI DIJÎ ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ GELÊ HERÊMÊ LI SER PIYAN E

Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî Farûq El-Maşî têkildarî êrîşên bêserûber ên dewleta Tirk a dagirker, diyar kir ku, armanca Tirkiyê têkbirina projeya Netewa Demokratîk e.

Farûq El-Maşî destnîşan kir ku ew ji doza xwe venagerin û ew ê heta dawiyê li pişta QSD bin.

23’ê Kanûna 2023’an, dewleta Tirk a dagirker êrîşî seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û di encamê de binesaziya herêmê hat armancgirtin her wiha welatiyên ku di navendên xizmetê de kar dikirin bûn hedefa êrîşan.

Li dijî êrîşên bêserûber ên dewleta Tirk, gelê herêmê li ser piyan e û çalakiyên şermezarkirinê li dar dixin.

Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî Farûq El-Maşî diyar kir ku, dewleta Tirk bi êrîşên xwe dixwaze projeya demokratîk a li herêmê têk bibe.

Her wiha Farûq El-Maşî destnîşan kir ku ew ji doza xwe venagerin û ew ê heta dawiyê li pişta QSD bin.

Pêkhateyên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrîşan tekezî li ser hevgirtinê dikin û dibêjin, ew ê serî ji dagirkeran re netewînin.