Kanala ROJAVA TV

LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK BERTEKÊN WELATIYAN ZÊDE DIBIN

Xelkên Kantona Reqayê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de, ji Rojava TV re diyar kirin ku, dewleta Tirk bi êrîşên xwe dixwaze nasnameya kurdan biçewsîne.

Her wiha gotin, hedefgirtina binesaziya herêmê, hedefgirtina jiyana 5 milyon sivîl e.

23’ê Kanûna 2023’an, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov û bi awayekî dijwar êrîşî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Dagirkeriyê di êrîşên xwe de rasterast binesaziya herêmê, nexweşxane û bendên kontrolê kir hedef.

Xelkên Kantona Reqayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermzarkirin û gotin dewleta Tirk dixwaze nasnameya kurdan biçewsîne.

Her wiha Xelkên Raqayê destnîşan kirin ku Tirkiyê bi hedefgirtina binesaziya herêmê re dixaze jiyanê bikuje.

Li gorî şîrovekarên herêmê, dewleta Tirk a dagirker bi êrîşan zagon û yasayên Navdewletî bin pê dike û sûcên şer pêk tîne.