LI SER RÊYA DI NAVBERA HESEKÊ Û QAMIŞLO DE QEZAYEK RÛ DA
Li ser rêya di navbera bajarên Hesekê û Qamişlo de qezayeke trafîkê rû da û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Sibeha îro, otobuseke veguhestina rêwiyan û barhilgirekê li ser rêya di navbera Hesekê û Qamişlo de qezayeke trafîkê kirin.
Di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek kes jî birîndar bûn.
Birîndar ji bo nexweşxaneya Gel, Reca û Hikmê yên Hesekê hatine veguhestin.
Rêveberiya Trafîkê jî îro bang li ajokaran kiribû ku ji ber têkçûna rewşa hewayê, bi baldarî tevbigerin.