XELKÊN KOBANÊ LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ DAKETIN QADAN
Bi sedan xelkên kobanê û Reqayê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê meşên cuda li darxistin û banga rawestandina êrîşan kirin .
Meşvanan gotin, dê êrîşên dagirkeriyê tu carî vîna wan lawaz neke .
Bi armanca Şermezarkirina Êrîşên dagirkeriya Dewleta Tirk ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Xelkên kobanê daketin qadan .
Di meşê de bi sedan xelkên kobanê û Endamên Saziyên Rêveberiya xweser beşdar bûn .
Meş bi durişmeyên na ji êrîşên Dairkeriyê re, ji qada Azadî Despê kir û li qada Şehîd Egîd veguherî mîtîngê .
Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe pîvanên mirovî binpê dike.
Bi heman armancê xelkên reqayê daketin qadan û banga rawestandina Êrîşan kirin .
Meş ji Bexçeyê Şehîd Hevrîn Xelef destpêkir û li qada jina azad veguherî mîtîngê .
Di mîtîngê de daxuyaniyek hate dayîn û bi tundî êrîşên li dijî Sivîlan hate şermezarkirin .
Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta tirk bi êrîşên xwe armanc dike ku aramiya Herêmê têk bibe û DAIŞ ê Zidî bike .
Her wiha hate destnîşankirin ku dê tu carî êrîşên dagirkeriyê vîna gelê berxwedêr neşkîne .