Kanala ROJAVA TV

DESTEYA TENDURISTIYÊ YA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ ÊRIŞÊN DAGRIKERIYÊ ŞERMAZAR KIR

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Desteyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji ber bombebaranê li stasyona navendî ya oksîjenê û navenda diyalîzê, xizmet sekiniye û jiyana nexweşan ketiye metirsiyeke mezin.

Her wiha Desteyê destnîşan kir ku dewleta Tirk li dijî herêmê sûcên şer pêk tîne .

Desteya Tenduristiyê di dawiya daxuyaniya xwe de got, li gel hemû şert û mercên dijwar, kesên ku cilê spî li saziyên tenduristiyê li xwe dikin, dê bi sonda xwe û wateya rengê spî û têgînên wê yên ku sembola aştî û hezkirinê ne, dilsoz bimînin.