Kanala ROJAVA TV

PANELA JI BO NÎQAŞKIRINA MAFÊN MIROVAN BI ENCAMNAMEYKÊ BI DAWÎ BÛ

Panela Encumena jin a Partiya Sûriya Pêşerojê û desteya Jin a Rêveberiya Xweser ku ji bo nîqaşkirina rewşa jin û mafên mirovan li Reqayê li dar ket bi encamnameykê bi dawî bû.

Duh, Encumena jin a Partiya Sûriya Pêşerojê û desteya Jin a Rêveberiya Xweser ku ji bo nîqaşkirina rewşa jin û mafên mirovan panelek li Reqayê li dar xist.

Panel bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî bi dirûşmeya ”Azadî, mafên mirovan û misogerkirina parastina civaka exlaqî û siyasî” hat lidarxistin.

Panel li ser du rûniştinên sereke hate dabeşkirin û tê de behsa roja cîhanî ya Mafên Mirovan hat kirin, her wiha binpêkirinên li Sûriyê û parastina mafên jin û zarokan hate nîqaşkirin.

Panel bi encamnameykê bi dawî bû, ji wan encamnameyan:

Rizgarkirina herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, ji bo aktîvkirina xalên bingehîn ên mafên mirovan li Sûriyê bilindkirina asta xebatê, pêxistina jinan di hemû qadan de û aktîvkirina