Kanala ROJAVA TV

LI ŞEHBAYÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO ÇALAKIYA KONVEDANÊ HAT DESTPÊKIRIN

bi armanca şkandina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan li şehbayê çalakiyek konvedanê hate destpêkirin.

beşdarên çalakiyê tekez kirin ku ji bo misogekirina azadiya Rêber APO ew ê di bilindkirina têkoşîna xwe de berdewam bin .

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê îro bi armanca şkandina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya Rêber APO, dest bi çalakiya konvedanê kir.

Koçberên efrîn û xelkên resen yên kantonê her wiha endamên sazî û desteyan beşdarî çalakiyê bûn.

beşdaran diyar kirin ku, armanc ji çalakiyê şkandina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.
her wiha beşdaran tekez kirin ku ji bo misogekirina azadiya Rêber APO ew ê di bilindkirina têkoşîna xwe de berdewam bin .

Çalakiyên bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.