Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER: HEVPEYMANA CIVAKÎ YA NÛ KETE MERÎYETÊ

Rêveberiya Xweser îro bi daxuyaniyekê pêvajoyên sazkirina Hevpeymana Civakî, mekanîzmeya erêkirina wê û ketina merîyetê aşkere kir.

Encumena Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxuyanî li ber avahiya Encumena Cîbcîkar a li Reqayê, bi zimanê Kurdî, Erebî û Sûryanî xwend.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de got, Piştî xebatên ku 2 salan dewam kirin, forma dawî ya Hevpeymanê amade bû û ji aliyê Encumena Giştî ve hat erêkirin.

Rêveberiyê diyar kir ku, Biryara nûkirina Hevpeymanê ji Kongreya Niştîmanî ya xelkên Cizîr û Firatê hate girtin. Piştre komîteyek hate avakirin û dest bi nivîsandinê kir.

Rêveberiya Xweser anî ziman ku, piştî nîqaşên berdewam komîteya ku ji 158 endaman pêk dihat, roja 4 vê mehê forma dawî nîqaş kir û 7 mehê hevpeyman radestî encumena giştî kir.

Rêveberiya Xweser di dawiyê de got, ew weke Encumena Giştî ji gelê xwe re mizgîniya erêkirina hevpeymana civakî ya nû radighînin.