DORPÊÇA HIKÛMETA ŞAMÊ REWŞA JIYANÎ YA KOÇBERÊN EFRÎNÊ TÊK DIBE
Koçberên Efrînî ji ber dorpêça Hikûmeta Şamê qirş û êzingan berhev dikin û zarokên xwe li dora êgir dicivînin, da ku wan ji sermaya zivistanê biparêzin.
Koçber diyar dikin ku rewşa jiyanî ya li Şehbayê têk diçe û bang li rêxistinên mirovî dikin ku demildest destwerdanê bikin.
Dorpêça Hikûmeta Şamê jiyan li kampên koçberiyê yên li Şehbayê tevizandiye. Ne elektrîk û ne jî sotemenî heye.
Malbatên van zarokên koçber, ji bo ku wan ji sir û seqema zivistanê ya dijwar biparêzin, qirş û êzingan berhev dikin û bi komî xwe li dora êgir dicivînin.
Bi gotina koçberan ew ber bi kerasateke mirovî ve diçin û rewşa wan ya jiyanî têk diçe.
Firqeya çaran a ser bi Hikûmeta Şamê ve ji meha derbasbûyî ve dorpêça li dijî Şehbayê dijwartir kiriye û rê bi derbasbûna derman, sotemenî û pêdiviyên jiyanî nade.
Desteya perwerdeyê ya Efrînê ji ber dorpêçê û nebûna sotemeniyê, proseya xwendinê rawestandibû. Her wiha desteya tenduristiyê jî hişyarî da ku dê take nexweşxaneya li herêmê raweste.