Kanala ROJAVA TV

PARKA AZADÎ YA LI QAMIŞLO BÛYE CIHÊ BÊHNVEDANA WELATIYÊN HERÊMÊ

Parka Azadî ku roja 27’ê Mijdarê li Qamişlo hate vekirin, bûye cihê bêhnvedana welatiyan herêmê.

Welatiyên ku serdana parkê dikin, diyar dikin ku ev proje asta şaristanî, çand û dîmenên xweş ên herêmê nîşan didin.

Di 27ê Mijdarê de, Rêveberiya Xweser deriyê Parka Azadî li taxa Hilêliyê ya li bajarê Qamişlo vekir ku ev yek ji mezintirîn parkên li ser asta herêmê ye.

Di parkê de yarîyên werzîşê yên cur be cur, cihên geriyanê û şahiyan jî hene.

Xelkê herêmê di wê baweriyê de ne ku projeyên weha aramiyê li herêmê zêde dikin. Her wiha jîngeheke saxlem ji bo wan dabîn dikin ku ji xemên jiyanê dûr bikevin û bêhna xwe vedin.

Welatî spasiya Rêveberiya Xweser dikin û dibêjin, ev proje asta şaristanî, çand û dîmenên xweş ên herêmê nîşan didin.