Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ SEMÎNEREK LI DIJÎ TUNDIYA LI SER JINAN HAT LIDARXISTIN

Di berdewamiya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê de, Koordînasyona jin a Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê li Reqayê semînerek li dar xist.
Bi dehan endam û rêveberên sazî û desteyan yên Rêveberiya Xweser beşdarî semînerê bûn.
Di semînerê de hate gotin, rakirina tundiya li dijî jinan ne dijminahîya bi mêran re ye, lê belê wekheviya fikrî û zayendî ye.
Her wiha Beşdaran diyar kirin ku pêwîst e çalakiyên bi vî rengî zêde bibin da ku civak bêhtir ji azadiya jinê û wekheviyê re hişyar bibin.