DESTEYA JIN YA FIRATÊ BI SEMÎNEREKÊ TUNDIYA LI DIJÎ JINAN NÎQAŞ KIR
Desteya Jin a Herêma Firatê ji bo nîqaşkirina 25’ê mijdarê û girngiya jiholêrakirina tundiyê, semînerek li dar xist.
Semîner bi beşdariya rêveberên sazî û desteyên Rêveberiya Xweser li hola civînan a Encumena Cîbicîkar a Firatê hat lidarxistin.
Di semînerê de sedemên tundiya li dijî jinan û çawaniya rêgirtina li ber wê hatin nîqaşkirin.
Her wiha bandora tundiya li dijî jinan ya li ser civakê jî bû mijara nîqaşê ya semînerê.
Paşê deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hate vekirin û di dawiyê de şanoyek li ser tundiyê hate pêşkêşkirin.