Kanala ROJAVA TV

KOÇBERÊN EFRÎNÎ BI MEŞEKÊ TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO ŞERMEZAR KIRIN

Şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê bi meşekê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Bi sedan Şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî beşdarî meşê bûn.

Meş li ser riya bajarokê Til Qirah dest pê kir û li qada Kampa Serdem veguherî mêtîngê.

Di mêtîngê de axaftin ji aliyê TEV-DEM`ê û Encumena Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê ve hatin kirin.

Axêveran gotin ku Wekî şêniyên Efrîn û Şehbayê, em tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin.

Her wiha bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî dikin ku dawî li tecrîdê bînin û pirsgirêka Kurd jî çareser bikin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.