Kanala ROJAVA TV

KOMXEBATA ‘ROLA CIVAKÎ YA JINÊN EŞÎRAN’ LI REQAYÊ HAT LIDARXISTIN

Encumena Jinan a Sûriyeyê di bin dirûşmeya “Rola civakî ya jinên eşîran” de, komxebatek li bajarê Reqayê li dar xist.

Bi dehan Endam û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Nivîsgehên Jinan, partiyên Siyasî, Her wiha jinên ji Heleb, Tartûs û Lazîqiyê tevlî komxebatê bûn.

Di komxebatê de axaftin hatin kirin û beşdaran diyar kirin, ev komxebata ku jinên ji seranserî Sûriyê digihîne hev, berhemeke Şoreşa Jinan a li Sûriyeyê ye.

Rêveberên Encumena Jinan a Sûriyeyê ji Rojava Tv re diyar kirin ku armanca wan çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye.

Her wiha Rêveberên Encumenê bal kişandin ser hewlên tunekirina rola jinan ya di nava civakê de.

Di komxebatê de mijarên dewlemend hatin nîqaşkirin û tekezî li ser aktîvkirina rola jinan ya di tevahî qadên jiyanê de hate kirin.