Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA SIVÎL A DÊRAZORÊ 2 NAVENDÊN WERGIRTINA GENIM AMADE DIKE

Di çarçoveya pêkanîna encamên Kongreya xurtkitrina Ewlehiyê ya li Dêrazorê…Meclisa Rêveber nûjenkirina depoya kevn ya ji bo wergirtina genim bi dawî kir û depoyeke din jî li ber amadekirinê ye.
Her du navendên wergirtina genim bi hevkariya Rêveberiya sivîl û Desteya Çandinî û Avdaniyê hatin nûjenkirin û avakirin.
Hevserokatiya Kompaniya Pêşxistina Civaka Çandinî ya Dêrezorê îşaret bi wê yekê kir ku berhema genim di sala borî de rastî zehmetiyan di warê embarkirinê de hat, ji ber wê jî pêwîstî bi nûjenkirina depoya kevin û çêkirina yeka nû hebû
Hevserokatiya Kompaniya Pêşxistina Civaka Çandinîyê tekez kir ku depoya çîmento ya nû di qonaxa dawî de ye û dê di 25 gulanê de were vekirin