CIWANÊN HESEKÊ BI KOMXEBATEKÊ ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ NÎQAŞ KIRIN
Desteya Ciwan û Werzîşê ya Hesekê ji bo nîqaşkirina prensîpên şerê gelê şoreşgerî komxebatek li bajarê Hesekê li dar xist.
Komxebat bi beşdariya bi dehan nûnerên tevger û rêxistinên ciwan bi rê ve çû.
Di komxebatê de çawaniya xurtkirina prensîpên şerê gelê şoreşgerî û pêkanîna wê hatin nîqaşkirin.
Piştre sînevizyonek jî di derbarê nirxandinên Rêber APO ên li ser şerê gelê şoreşgerî de hate pêşandan.
ciwanan nêrînên xwe bi parve kirin û hate gotin, bi rêya şerê gelê şoreşgerî dê planên dijmin werin têkşikandin.