ŞAREDARIYA GEL A REQAYÊ JI BO PAQIJKIRINA BAJÊR DEST BI KAMPANYAYEKÊ KIR
Ji bo parastina jîngeha bajêr, Şaredariya Gel a Reqayê hemleyeke berfireh a paqijkirinê ku hemû rê, kolan û taxên bajêr di nav xwe de dihewîne, da destpêkirin.
Kampanya paqijiyê bi beşdariya gelek deste û ofîsên Meclisa Rêveber a kantona Reqayê, rêxistinên civaka demokratîk, Kombûna Jinan a Zenûbiya û partiyên siyasî yên Reqayê dest pê kir.
Kampanî ji taxa El-Idîxar dest pê kir û heta taxa El-Teyar dewam kir û tê de erebeyên rakirina qirêjiyê hatin bikar anîn.
Gerînendeya Paqijiyê ya Şaredariya Gel a Reqayê teqez kir ku sedema destpêkirina Kampaniyê sînordarkirina belavbûna mêşên ku nexweşiyan hildigirin, bi taybetî bi destpêka demsala havînê re.