MÛZEXANEYA NIŞTIMANÎ YA REQAYÊ JI NÛ VE TÊ VEJÎNKIRIN
Mûzexaneya niştimanî ya Reqayê di dema DAIŞ’ê de piraniya parçeyên wê hatibûn dizîn, encumena sivîl a Reqayê ji nû ve parçeyên wê kom dike û vejîn dike.
Welatiyên Reqayê diyar dikin ku mûzexane çanda kevnar ya gelên bajêr di nava xwe de dihewîne.
Ev mûzexaneya niştimanî ya bajarê Reqayê ye ku çand û kelepûra kevnar ya gelê wê herêmê di nava xwe de dihewîne.
Di dema ku çeteyên DAIŞ’ê bajar kontrol kirin, mûzexane têk birin û piraniya parçeyên wê jî dizîn.
Piştî ku Reqa hate rizgarkirin, encumena sivîl hate damezirandin û ji nû ve mûzexane vejand.
Welatiyên Reqayê weha behsa giringiya mûzexaneyê dikin.
Rêvebera nivîsgeha şûnwaran ya Encumena Sivîl a Reqayê Wîsam El- Başa ji Rojava TV re diyar dike ku ew ê parçeyên mûzeyê biparêzin.
Li gorî amarên ku nivîsgeha Şûnwaran a Reqayê taybet ji Rojava TV re ragihandine, beriya şerê DAIŞ’ê derdora 8 hezar Parçeyên cur be cur yên dewlemend di hundirê mûzexaneyê de hebûn, lê niha bi tenê derdroa 900 parçeyan mane û ew ê wan biparêzin.