Kanala ROJAVA TV

ENDAMÊN PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ ÊRÎŞÊN LI DIJÎ HERÊMÊ ŞERMEZARKIRIN

Endamên partiya sûriya pêşerojê êrîşa Dewleta Tirk li dijî navenda ciwanan ya Minbicê şermezar kirin û bi êrîşeke tirsonek binavkirin.
Her wiha diyar kirin ku dewleta Tirk hewl dide bi van êrîşan vîna ciwanan bişkîne .

Dewleta Tirk a Dagirker û çeteyên wê bê navber êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêktîne .

Herî dawî 10 ‘ê vê mehê Dewleta Tirk a dagirker li dijî Navenda Ciwanan a Minbicê êrîş pêkanî .

Di encamê de gelek kes birîndar bûn û zirarên madî çêbûn .

Seroka Encumena Minbic ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ezab El Ebûd êrîşên Dewleta Tirk şermezar kir û diyar kir ku Dewleta Tirk hewl dide bi van êrîşan vîna ciwanan bişkîne.

Serokê Encumena Idlib ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed Şaban anî ziman ku êrîşa dewleta tirk li dijî navneda ciwana êrîşeke teroriye .

Ji 10’ê cotmehê ve Ciwan li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hêrsin û di nava çalakiyan de ne.
Ciwan di nava çalakiyên xwe de banga rawestandina êrîşan dikin û peyamên berxwedan û têkoşînê berz dikin.