Kanala ROJAVA TV

LI BAJARÊ KOBANÊ 1’EMÎN PÊŞANGEHA ŞÊWEKARIYÊ HATE LIDARXISTIN

Îro bi armanca nîşandana têkoşîn, berxwedan û wêrekiya jinan, Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Firatê yekemîn pêşangeha şêwekariyê li hola Firat a Kobanê li darxist.
Beşdarên Pêşangehê diyar kirin ku, wan di tabloyên xwe de xwestin hevgirtin û mezinbûna şoreşa jin a li Rojava bînin ziman.

Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Firatê bi dirûşma “Şoreşa Jin bi hûnerê dixemile” yekemîn pêşangeha şêwekariyê li bajarê Kobanê li dar xist.

Di pêşangehê de 45 tabloyên ku şoreşa jin berzdikin ku ji aliyê 25 şêwekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatine xêzkirin, hatin pêşandan.

Di pêşangehê de hat diyar kirin ku, Ew dikarin bi riya vê pêşengehê mozayîka jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibînin û ji nêz ve şoreşa jin nas bikin.

Tabloyên ku di pêşengeha şêwekariyê de hatin pêşanda têkoşîn, azar û berxwedana jin ya di hemû warên jiyanê de digre dest.

Di dawiya pêşengehê de hûnermend Silava Bozo û Karîn, stranên gelêrî pêşkêş kirin.

Hêjayî bîrxistinêye ku pêşengeha şêwekariyê beriya niha li bajarên Minbicê, Tebqa û Reqayê jî hatibû lidarxistin.