Kanala ROJAVA TV

CENAZEYÊ ŞEHÎD ŞIBLÎ ŞIBLÎ BI MERASÎMEKE GIRSEYÎ HAT OXIRKIRIN

Bi hezaran şêniyên bakur û Rojhilatê Sûriyê cenazeyê şehîd Şiblî Şiblî bi merasîmeke girseyî li goristana şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.

Beşdarên merasîmê soza tolhildanê dan û tekez kirin ku ew ê heya dawiyê li ber xwe bidin.

Dewleta Tirk a dagirker di 27’ê Cotmehê de, êrîşî maleke li bajarê Dêrikê kir.

Di encamê de, Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD′ê Şiblî Şiblî şehîd bû.

Îro jî Bi hezaran xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, hêzên QSD′ê û rûspiyn eşîrên Kurd, Ereb û Suryan beşdarî merasîmê bûn.

Şênî li pêşiya nexweşxaneya Dêrikê kom bûn û cenazeyê şehîd Şiblî Şiblî wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve bi rê ketin.

Girseya gel li kolanên sereke yên Dêrikê geriyan û wêneyên şehîdên malbata Şiblî, wêneyên Ferhad Dêrik (Hisên Şiblî) jî hatin hildan.

Di merasîmê de axaftin ji aliyê rêveberiya Encumena Jin a Malbatên Şehîdan, Kongreya Îslama Demokratîk yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hêzên QSD’ê ve hatin kirin.

Kesên axivîn diyar kirin ku Hevgirtina gelan ji dijmin û dagirkeran re peyameke girîng e û ew ê planên dagirkeran vala derbixin.

Her wiha Dayika şehîd Şiblî, Xana Sedon jî tevahî beşdar silav kir û got: “Em heta dawiyê bi parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pabend in û berdêl çi be jî em li dora têkoşîn û berxwedana şehîdan dicivin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Şehîd Şiblî di nava tilîliyên dayikan û diruşmeyên ” şehîd namirin” de hat oxirkirin.