Kanala ROJAVA TV

TEVGERÊN ÇANDÊ YÊN HESEKÊ PIŞTEVANIYA PÊNGAVA AZADIYÊ KIRIN

Navenda Çand û Hunerê û Tevgera Kevana Zêrîn yên Hesekê bi çalakiyekê piştevaniya pêngava azadiyê ya ji bo Rêber APO kirin.

Bi dehan endamên Navenda Çandê û Kevana Zêrîn beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin ku dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê, dixwaze vîna gelan bişkîne.

Her wiha beşdarên pêngava cîhanî ya ji bo azadiyê Rêber APO hatin silav kirin û piştevaniya ji bo pêngavê jî hate piştrastkirin.

Di çalakiyê de, berhemên hunerî jî hatin pêşkêşkirin û tekezî li ser mezinkirina asta têkoşînê hate kirin.