CENAZEYÊ ŞEHÎD ŞIBLÎ ŞIBLÎ BI MERASÎMEKE BI HEYBET HATE OXIRKIRIN
Îro şêniyên kantona Qamişlo bi merasîmeke bi heybet Cenazeyê Şehîd Şiblî Şiblî li Gristana Şehîd Xebat Dêrik Oxir kirin .
Bi sedan Şêiyên herêmê ji bo Oxirkirina Cenazeyê Şehîdê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD ê Şiblî Şiblî li Gristana Şehîd Xebat Dêrik Kom bûn.
li goristanê axavtin hatin kirin , sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û soza şopandina riya şehîdan û tolhildanê hate dayin.
paşê wesîqeya şehadetê hate xwendin û cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan û durişman de hate oxirkirin.
Fermandar Şiblî Şiblî roja Înê, dema ku serdana malbata xwe dikir, di encama bombebarana Balafireke artêşa Tirk a dagirker de li Dêrikê şehîd bû