Kanala ROJAVA TV

MIHRÎCANA 4’EMÎN A ÇANDÊ YA GIRÊ SPÎ DEST PÊ KIR

4`emîn Festîvala Çandê ya Girê Spî bi dirûşma “Vejandina kulturê girêdana bi welat re diyar dike” li Eyn Îsayê dest pê kir.
li gorî komîteya amadekar armanc ji festivalê girêdana bi çand û kulturê re weke beşek ji berxwedan û têkoşînê .
Di festîvalê de, çalakiyên çandî û yên kultura herêmê hatin lidarxistin.
Koma Hunera Gel a Reqayê, Koma Kobanê ya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û Deha Koçeriyê bi berhemên xwe beşdar bûn.
jinan jî cihek xwe di festîvalê de girt û gelek berhemên xwe yên kevnar pêşandan.
Festîval dê 2 rojan bi çalakiyên cihêreng berdewam bike.