Kanala ROJAVA TV

SZK JI BO YEKKIRINA ZIMANÊ NIVÎSKÎ PIRTÛKA RÊZIMANA KURMANCÎ WEŞAND

Sazîya Zimanê Kurdî SZK’ê ya Rojavayê Kurdistanê bi çalakiyekê pirtûka Rêzimanê Kurmancî da nasandin û li xwîneran belav kir.
Pirtûka Rêzimanê Kurmancî ji aliyê endamên SZK’ê Vîyan Hesen û Ferhad Mûsa ve hatiye amadekirin û armanca wan yekkirina zimanê nivîskî ye.

Pirtûka Rêzimana Kurmancî ji aliyê Sazîya Ziman Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê ve, hate weşandin û îro bi çalakiyekê hate îmzekirin.

Pirtûka Rêzimanê ji aliyê her du xebatkerên SZK’ê Vîyan Hesen û Ferhad Mûsa ve hatiye amadekirin.

Pirtûk ji şeş beşan pêk tê û li gorî daneran armanca wan avakirina rêzimaneke yekpar û standart e.

Danerên Pirtûkê ji Rojava TV re behsa naverokê û çawaniya pêkanîna wê di nava dezgehan de dikin.

Zimanzanê Kurd yê xwedî ezmûn û berhemên giranbuha, Mamosta Deham Evdilfetah pirtûka Rêzimanê weke gaveke girînd dibîne û pêşnîyarên xwe vedibêje.

Sazîya Zimanê Kurdî sala 2007’an li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî nepenî hate avakirin, lê piştî geşbûna şoreşa 19’ê Tîrmehê êdî bi awayekî fermî dest bi xebatê kir û ev berhema SZK’ê ya pêşîn e ku gihaşte ber destê xwîner û xewmurên zimanê Kurdî.