Kanala ROJAVA TV

LI HESEKÊ Û AMÛDÊ ŞEHÎD BÊRÎTAN HÊVÎ HATE BIBÎRANÎN

Şêniyên bajarê Hesekê û navçeya Amûdê bi meşên cuda Şehîd Bêrîtan di salvegera wê ya 31’emîn de bi bîr anîn.
Şêniyan di meşê de diyar kirin ku, Şehîd Bêrîtan bi wêrekî û lehengiya xwe bû sembola azadiyê ji bo tevahî jinan.

Îro bi boneya Salvegera 31′emîn a şehadeta fermandar Bêrîtan Hêvî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşiyan.

Bi sedan xelkên bajarê Hesekê bi meşek girseyî Şehîd Bêrîtan bi bîr anîn.

Meş ji çerxeriya Kevokê ya taxa Miftî dest pê kir û bi berizkirina siloganan li çerxereya şehîd Serhed veguherî mitîngê.

Di mîtîngê de şehîd Bêrîtan di salvegera wê ya 31’emîn de hat bi bîranîn her wiha hat diyarkirin ku Şehîd Bêrîtan bi wêrekî û lehengiya xwe bû sembola azadiyê ji bo tevahî jinan.

beşdarên meşê gotin ,xiyaneta mala berzanî û hevkariya wê bi dewleta Tirk re wê neyê ji bîrkirin.

Li navçeya Amûdê jî bi dehan jin bi armanca bibîranîna Şehîd Bêrîtan meşiyan.

Jinan di meşê de gotin, Şehîd Bêrîtan bi çalakiya xwe ya fedayî hişt ku dijminên gelê kurd ji hêza jinan bitirse. her wiha soza şopandina xeta qehremaniyê ya Şehîd Bêrîtan da.

Şehîd Bêrîtan Hêvî bi çalakiya xwe ya fedayî bû tovê felsefeya jiyana azad û navê xwe bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de nivîsand.