Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO KONÊ ÇALAKIYA JI BO AZADIYA RÊBER APO DI ROJA 4’EMÎN DE DEWAM DIKE

Konê çalakiyê yê ku xelkê kantona Qamişlo di bin dirûşmeya ‘ji rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ di roja xwe ya 4’emîn de dewam dike.

Îro jî bi beşdarbûneke girseyî xelkên navçeya Çilaxa û Tenûriyê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ berê xwe dan bin kon û dest bi çalakiyan kirin.

Di nava çalakiyê de beşdarvanan diyar kirin ku rêber Apo bi projeya Netewa Demokratîk hemû pêkhate himbêz kirin û mafê her kesî da ku bi reng, çand û zimanê xwe bijîn.

Beşdarvanan tekezî li ser bilindkirina berxwedan û têkoşînê kirin û dane diyarkirin ku heta rêber Apo bi fîzîkî rizgar nebe dê tekoşîna wan dewam bike.

Konê çalakiyê 27’ê Cotmehê bi pêşengtiya insiyatîfa Gel ji bo piştgiriya pêngava cîhanî ya azadiya rêber Apo hate vedan û dê heta 23 Cotmehê dewam bike.