RÊVEBERIYA SOTEMENIYÊ MAZOTA ZIVISTANÊ LI TAXÊN HESEKÊ BELAV DIKE
Rêveberiya Sotemeniyê ya Hesekê bi hemahengiya li gel komînan, mazota zivistanê li taxên bajarê Hesekê belav dike.
Ji bo her malbetekê 300 lître mazot bi 105 hezar lîreyên Sûrî tê pêşkêşkirin, lê malbat daxwaza miqdareke zêdetir dikin.
Piştî bidawîkirina belavkirina mazota zivistanê li navçe û gundewarên Hesekê, Rêveberiya Sotemeniyê niha mazotê li taxên bajêr belav dike.
Rêveberiya Sotemeniyê bi hemahengiya li gel komînan û bi rêya pergala kartan, mazotê dabeş dike.
Ji bo her malbatekê 300 lître mazot bi nirxê 105 hezar lîreyên Sûrî tê pêşkêşkirin
Welatiyên Hesekê dibêjin kalîteya mazotê baş e, lê daxwaz dikin ku miqdara mazotê bê zêdekirin.
Ji ber êrîşên dewleta Tirk ên vê dawiyê zêdetirî 19 kolgeh û navendên petrolê ji xizmetê derketine.
Hevserokê Encumena Cîbicîkar a Herêma Cizîrê Telet Yûnis jî ji Rojava TV re ragihand ku ew ê di peydakirina mazotê de rastî zehmetiyan werin.